Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî de 37 Kes li Sûriyê Hatin Kuştin


Bi sedema êrîşa rejîma Beşar El Esed bi dehan kes li bakura Sûriyê hatin kuştin, li gorî çalakvanan.

Ajansa Associated Press radigihîne ku balafirên rejîmê roja Yekşemê êrîşa taxên bin kontrola serhildayan kirin li bajarê Helebê û di encam de bi kêmî ve 37 kes hatin kuştin. Çalakvan dibêjin ku 16 kesên ku li Helebê hatin kuştin, zarok bûn.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku helîkopter û balafirên rejîmê êrîşa taxên Heyderiye, Erd El Hemre, Suxûr, Merceh û taxên din kirin.

Herwiha rêxistina çalakvanî ya bi navê Sentera Medyaya Helebê ragihand ku balafirên rejîmê bi kêmî ve 25 avêtin bajarê Helebê.
XS
SM
MD
LG