Lînkên eksesibilîtî

Bi Dehan Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke êrîşên xwekujî û teqînan li Îraqê bi kêmî ve 38 kes hatin kuştin.

Di mezintirîn êrîşa roja Duşemê de, hejmareke kesên xwekuj êrîşa bingehekî polîsî li bakura Bexdayê kirin û heşt polîs kuştin.

Di destpêka wê êrîşê de, ku li bajarokê Bêcî qewimî, kesekî xwekuj otomobîla xwe li pêş binghê polîsî teqan. Piştî wê teqînê, sê êrîşberên xwekuj çûne hundirê bingehî û bombên xwe teqandin.


Herwiha li taxên cuda yên paytexta Îraqê teqîn çêbûn û bi kêmî ve 30 kes hatin kuştin û 37 kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG