Lînkên eksesibilîtî

Dr. Sofî: Hikûmeta Nû ya Herêmê di Demeke Nêzîk de Ava Dibe


Dr. Ferset Sofî
Çil roj bi ser yekemîn civîna parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê derbas bûn, lê belê gotûbêjên navbera partiyên siyasî jibo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê her berdewam dikin.

Pêdivî bû di yekemîn civîna parlamentoyê de desteya serokatiya parlamentoyê hatiba hilbijartin. Lê belê lîstên serkeftî di hilbijartinan de daxwaz kiribû ku derfetê bidin wan jibo pêkanîna kabîneya hikûmeta nû û dabeşkirina postên serekî yên hikûmet û parlamentoyê.

Parlamentoya Herêmê nikare dubare dest bi civîna xwe bike, eger desteya serokayetî nehête destnîşankirin.

Ferset Sofî, encamê parlamentoya nû ya Herêma Kurdistanê, dibêje ku ew geşbîn e hikûmeta nû di demekê nêzîk de dihête ragihandin.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Dr. Sofî got eger pêkanîna hikûmeta nû hate paşxistin, di wî demê de parlamentoyê wê helwêsta xwe hebe.

Parlamenter Sofî got ku gerek em rê nedin ku proseya siyasî û karê enstituyên qanûnî li Herêma Kurdistanê bisekinin.

XS
SM
MD
LG