Lînkên eksesibilîtî

Dadgeh Daxwaza Azadkirina Endamên BDP'ê Red Dike


Piştî ku Dadgeha Bilind jibo parlamenterê girtî yê Partîya Gel ya Komarî (CHPê) Mustafa Balbay dîyar kir mafê wî yê hilbijêrîyê ji destê wî hatîye girtin, hefteyek berê dadhegê Balbay tehliye kir.

Lê Dadgeha Cezayê Giran ya Dîyarbekirê daxwaza serbest berdana Parlamenterên BDPê red kir.

Cîgira Serokê Gruba BDPê Pervîn Bûldan di derbarê vê biryarê de got “ Ev biryareke sîyasî ye. Wisa xuya ye hiqûqa Stenbolê li Dîyarbekirê derbas nabe. Eger wiha bidome, ev dê rewş bandoreke neyênî li ser pêvajoya çareserîyê çê bike."

Cîgirê Serokwezîr Tirkîyê Huseyîn Çelîk jî birayara dadgehê rexne kir û got” Hiqûq nabe ku jibo CHP û BDP du alî lêxe. Ger hiqûq hebe divê jibo herkesi be, ev biryareke şaş e.”

Li ser biryarê roja Dûşemê li ber girtîgeha Tîpa E ya ku parlementerên BDPê têde girtîne, daxûyanîyek çapamenîyê hat lidarxistin û biryara dadgehê hat şermezar kirin.

Ji aliyê dinê ve parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sirri Sureya Onder, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu û Levent Tuzel, jibo biryara dadgehê protesto bikin, roja Sêşemê li parlamenê dest bi grêva birçîbûnê dikin.

XS
SM
MD
LG