Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Wezîrekî Tirk bi Tometa Gendelî Hate Girtin


Medyaya Tirkiyê radigihîne ku di operasyoneke sereke ya li dijî gendelî, herî kêm 20 karmendên hikûmetê û karsaz ji layê polîsan ve hate girtin.

Ajansa Dogan ya nûçeyan raidigihîne ku kur û du alîkarên Wezîrê Ekonomî Zafer Caglayan hatine binçavkirin.

Herwiha fermana girtina kurê Wezîrê Hundir Muammer Guler jî hatiye dan, li gorî Ajansa Dogan.

Kompanya karsazê navdar yê Stenbolê Alî Agaoglu di peyamekê de ragihand ku polîsan lêpirsîn bi Agaoglu re kiriye û li ofîsên kompanyayê li dû belgehnameyan geriyan.

Fermandarê Stenbolê piştrast kir ku hêzên polîsî roja Sêşemê operasonek encam da, lê belê zaniyariyên zêdetir eşkere nekir.
XS
SM
MD
LG