Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Çareserkirina Krîza Sûriyê bi Danûstandinan Gelek Zehmet e


Local residents look at the remains of a rocket on a street in the town of Kramatorsk, eastern Ukraine, Feb. 10, 2015.
Local residents look at the remains of a rocket on a street in the town of Kramatorsk, eastern Ukraine, Feb. 10, 2015.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry dibêje ku çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi rêya danûstandinan “gelek zehmet e,” lê belê wî got ku çi alternatîv jibo danûstandin nîne.

Birêz Kerry got ku bi baweriya wî konferansa taybet bi aştiya Sûriyê li Swîsre birêve diçe. Wezîrê Derve herwiha got ku çi bijareyên çêtir ji danûstandinan nîne jibo bi dawî anîna du sal û şeş mehên şerî li Sûriyê.

Pêş daxuyaniya diplomatê Amerîkî, Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius gumana xwe ragihand ku konferansa aştiya Sûriyê serkeftî dibe.

Biryar e nûnerên rejîma Beşar El Esed û opozisyona Sûriyê di gotûbêjên aştiyê de beşdar bin ku meha 1 ya sala 2014’ê li Swîsre birêve diçe.
XS
SM
MD
LG