Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faîk Bulut Serdana Serokwezîr Barzanî ya Tirkîyê Dinirxîne


Faîk Bûlût
Faîk Bûlût
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî jibo bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive hate Tirkîyê.

Piştî serdana Serokwezîr Barzanî ya dawî ku 27’ê meha 11’an pêk hatibû li ser bazirganîya enerjî, neft û gaza Kurdistanê herdu alî gihîştibûn asta peymanên stratejîk.

13’ê vê mehê jî hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya borîya nû ya neftê ber bi Tirkîyê ve destpê kiribû ku hîna hin nakokîyên di navbera hikûmeta navendî ya Îraqê de jî berdewam in.

Nivîskarê Lêkoler Faîk Bulut, serdana Serokwezîr Barzanî ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Ew dibêje, “ger konfrensa Cenevre 2 bi ser bikeve wê hevsengîya Rojhilata Navîn jinûve ava dibe û pirsên enerjî û neftê jî ligel pirsên din çareser dibin.”

Faîk Bulut balê dikişîne ser helkeftên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê û dîyar dike, hin pirsgirêkên çareser nebûne hene, lê eger hikûmeta Bexdayê nebe asteng wê ev danûstandinên stratejîk berdewam bin.

Birêz Nulut, herwiha yekhelwestîya Kurdan di beşdarîya Cenevre 2 de bibîr dixe.
Ew dide xuya kirin, “Kurd bi avakirina yekîtîya xwe dikarin ji derametên sirûştî yên erda xwe sûde bistînin ku wan bigihînin bazarên navnetewî û ev jî wê li fêdeya hemû parçeyên Kurdistanê be.”

Nivîskar Bulut dubare dibêje, “ger Kurd jixwe piştrast bin tu hêzên herêmî û navnetewî nikarin pêşîyê li danûstandinên wan yên bazirganî jî bigirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG