Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Herî Kêm 100 Kes li Helebê Hatin Kuştin


Balafirên rejîma Beşar El Esed roja Sêşemê berdewam bûn li êrîşên esmanî yên xwe li dijî taxên bin kontrola serhildayan li bajarê Helebê.

Çalakvan dibêjin ku bi sedema sê rojên êrîşan, bi kêmî ve 300 kes hatîne kuştin.

Her roja Sêşemê, Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon daxwaz kir ku bi zûtirîn dem aliyên beşdar di şerê Sûriyê de agirbestê rabigihînin.

Di şerê Sûriyê de, ku ev du sal û şeş meh in berdewam dike, herî kêm 120,000 kes hatîne kuştin û bi milyonan kes bûne penaber.
XS
SM
MD
LG