Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Giştî yê Misirê Biryara Dadgehkirina Mursî Da


Medyaya ser bi dewletê li Misirê ragihand ku dozgerê giştî yê welatî biryar da ku serokê Îslamî yê ser desthilat ladayî Mihemed Mursî dadgehî bike, bi tawana alîkarîkirina grupên biyanî jibo encamdana operasyonên teroristî li welatî .

Ajansa fermî ya Misirê evro Çarşemê ragihand ku birêz Mursî û 35 kesên din, di nav de rêberên mezin yên Îxwan El Muslimîn bi tawana eşkerekirina pêzanînên nepenî yên dewletê bo welatekê biyanî, piştgîriya terorê û encamdana meşqên leşkerî bi armanca alozkirina rewşa welatî û serbixweyiya wê hatîne xetabarkirin.

Birêz Mursî nuke dihête dadgehkirin bi tawana handana tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan, dema ew serok bû.

Li meha heft, artêşa Misirê Serokatiya birêz Mursî hilweşand û yêt hingî ew hatiye desteser kirin.
XS
SM
MD
LG