Lînkên eksesibilîtî

Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema zincîreke êrîşan li seranserê wî welatî, bi kêmî ve 11 kes hatin kuştin, ku 3 ji wan Şîayên Pakistanî bûn.

Karbidestên polîsan dibêjin, êrîşa herî mezin ya îro Çarşemê li bajarê Xalis qewimî, dema êrîşbirekî xwekuj bombên xwe li nav grubeke zîyaretvanên Şîa teqnad.

Bi sedema wê êrîşê, bi kêmî ve 6 kes hatin kuştin û 16 kesên din birîndar bûn.
Herwiha, li dervey bajarê Samera, çekdaran teqe li otobuseke zîyaretvanên Şîa yên
Pakistanî kir û 3 ji wan kuştin.

Hêjayî gotinê ye, her sal di vî wextî de, Şîayên Îraq û cîhanê ber bi bajarê Kerbela diçin, bi helkefta Çilî ya kuştina Îmam Hûsên, nevîyê Pêxember Mihemed.

Li bajarê Rumadî ya li rojavaya Îraqê jî, bi sedema êrîşeke xwekujî li xaleke vekolîna hêzên parastina Îraqê, 2 polîs hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG