Lînkên eksesibilîtî

Li Tirkîyê 5 Karbidestên Polîsan ji Postên Xwe Hatin Dûr Xistin


Medyaya Tirkîyê radigihînin ku pênc karbidestên mezin yên polîsan li Stenbolê ji postên xwe hatine ladan.

Ew yek nîşana hindê ye, ku renge Serokwezîrê Tirkîyê bizavê dike bersîngê operasyoneke polîsan ya li dijî genedelîyê bigîre, operasyona ku hevalbendên serekî yên serokwezîr kirîye armanc.

Di operasyoneke li dijî gendelî de bi dehan kes, di nav de kurên sê wezîrên Tirkîyê, roja Sêşemê jibo lêpirsînê ji layê polîsan ve hatine binçav kirin.

Birêz Erdogan dibêje ku armanca vê operasyonê sîyasî ye, jibo zîyan gihandin bi hikûmeta wî ye.

Ajansa Dogan ya nûçeyan ragihand ku pênc berpirsên polîsî evro Çarşemê hatine ladan, di nav de, berpirsên beşên tawanên rêkxistî, qeçaxçî û tawanên darayî.

Ajansa Dogan ragihand, berpisên ser kar ladayî, rêbertîya operasyona li dijî gendelî dikir.
XS
SM
MD
LG