Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Divê Hikûmet Mudaxaleyê Operasyona Gendelîyê Neke


Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasî BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di derbarê operasyona gendelîyê ya ku roja Sêşemê destpêkir got “wusa xuya ye ev operasyon encama reqabeta sîyasî ya nevbera AKPê û Cemaata Gulen e."

Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir di alîyek de 34 ciwanên Roboskê jiber ku qaçaxçitiyê dikirin bombe kirin û kuştin lê dewletê cavên xwe li kaçaxçitiyên bi milyar dolaran girtîye.

Wî got “divê hikûmet mudaxaleyê operasyonê neke û dive ev lêpirsîn heta dawîyê dewam bike da ku rastî derkeve hole." Wî herwia got ew piştevaniya vê operasyonê dikin û divê ew kesên di nav vê gendelîyê de ne, werin eşkere kirin.

Demirtaş di derbarê biryara redkirina azadîya şeş parlamneterên BDPê yên girtî jî got “dadgehê li Dîyarbekir li dijî hiqûqê qirar da.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG