Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên 2014'ê yên Kongresê de Obama Rastî Rîskan Tê


Welatîyên Amerîka Novembera sala bê berê xwe didin sindoqên dengdanê jibo hilbijartinên Kongresê, ligel gelek rîskên siyasî jibo Serok Barack Obama.

Hemû 435 kursîyên Civata nûneran ya li jêr kontrola Komarîyan û 33 kursî ji eslê 100 kursîyên Civata Senatoya li jêr kontrola Demokratan di ber rîskê de ne.

Di nirxandinên gelêrî yên razîbûnê de, vê dawîyê Serok Obama rêjeyek kêm heye, û eger ev yek berdewam bike, ew dikare bibe faktereke mezin li hilbijartinên Novemberê.

Demokratan kontrola Civata Nûneran li 2006’ê bidest xistin, lê Komarîyan dîsa ew di 2010’ê de bi dest xwe ve anîn. Şirovekar Rhodes Cood dibêje, guhertineke mezin vê carê nayê çaverêkirin.

Jibo guhdarîkirina li raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG