Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Rexneya Binpêkirina Mafên Mirov li Îranê Dike


Civata Giştî ya NY li New York'ê
Civata Giştî ya NY li New York'ê
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bernivîsek qebûl kir ku têde rexneyê li Îranê dike, jiber binpêkirina cidî ya mafên mirov, wekî êşkence û sêdarkirinê.

Dengdana roja Çarşemê bi 86 dengan derket, hember 36 dengên neyênî, li dema ku 61 welatî deng nedan.

Bernivîs herwiha bixêrhatinê li sozên serokê nû yê Îranê Hesen Rûhanî dike ku li ser çend pirsgirêkên girîng yên mafên mirovan, wekî hilanîna siyasetên nijadperestî li hember jin û kêmnetewan.

Lê bernivîs rexneyê li bikaranîna Îranê bo sizayên “nemirovî” dike, wekî lêdan û jêkirina endamên laşê mirov, û herwiha bikaranîna cezayê sêdarkirinê li hember kesên genc yên jêr 18 salî.

Bernivîsên Civata Giştî ya NY di warê qanûnî de nayên ferzkirin.
XS
SM
MD
LG