Lînkên eksesibilîtî

CPJ: Vietnam Tepeserkirina li Dijî Rojnamevanan Zêde Kiriye


Komîteya Parastina Rojnamevanan New York ji xwe re dike bingeh.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dibêje, Vietnam pêncemîn mezintirîn welat e li cîhanê ku rojnamevanan zindan dike û ya duwem e piştî Çînê li herêma Asya Pacific.

CPJ roja Çarşemê lîsteya xwe ya salane derxist ku tê de rejîmên herî zordar li hember rojnamevana destnîşan dike. Raporta komîteyê got ku Vietnam 18 rojnamevan zindan kiriye, hember 14 rojnamevanan li sala bûrî, li dema ku desthilatdaran tepeserkirina xwe li ser blogeran zêde kiriye. Bloger nûnertîya rojnamevanîya azad ya bitenê li welêt dike.

Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor dibêje, Vietnam herwiha dijatîya bolgeran dike.
Benjamin Ismail, serekê Deska Asya li Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor ji Beşê Vietnamî yê Dengê Amerîka re got ku ligel Vietnam îsal tevlî Civata Mafên Mirov ya NY dibêje, tiştekî baş e ku ronî were ser Hanoi.

Nûçegihanên Bê Sînor Vietnam datîne rêza duwem de li cîhanê piştî Çînê di warê zindankirina çalakvanên înternetê, ligel bêtirî 134 çalakvanî di zindanê de.
XS
SM
MD
LG