Lînkên eksesibilîtî

Rûsya: Alîkarîya jibo Ukrayna ji Hezkirina Biratî ye


Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje, welatê wî alîkarîya diravî raberî Ukrayna dike, ne jibo berjewendîyeke sîyasî, lê jibo hezkirina biratî.

Putîn herwiha dibêje ku nîyeta Rûsya tune ye ku peymana bazirganî ya Ukrayna bi Yekîtîya Ewropa asteng bike.

Serokwezîrê Ukrayna Mykola Azarov roja Çarşemê gotibû ku bi xêra vê alîkarîya diravî welatê wî dê bikare ekonomîya xwe bivejîne û rê li ber hileweşînê bigirin.

Hevdem, xwenîşandêrên piştgirê Yekîtîya Ewropa jî xwenîşandanên xwe li Kîev û bajarên din didomînin.
XS
SM
MD
LG