Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Giştî yê Polîsên Stenbolê Çapkin ji Kar Hat Dûrxistin


Rêvebirê Giştî yê polîsên Stenbolê Huseyîn Çapkin ji posta xwe hate dûrxistin.

Hikûmeta Tirkîyê ligel Çapkin bi dehan karbidestên bilind yên polîsan ji kar dûr xist.

Hate zanîn ku di nav karbidestan de kesên ku lêpirsîna bertîl û perexwarinê rêve dibin jî hene.

Bi dûrxistina wan rêvebirên polîsan rexne têne Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku hewil dide lêpirsîna ewlekarî asteng bike û ser operasyona gendelî bigire.

Heta niha 51 kes ji alîyê polîsan ve hatine girtin ku nav wan de CEOyê bankayeke dewletê, bajarvanekî li taxeke Stenbolê jî hene. 9 ji wan kesana, bêyî tawanên dijî wan, derengîya Çarşemê hatin berdan.

Birêz Erdogan pêgir e ku operasyon planake veşartî ye ku dixwaze zîyan bide hikûmeta wî.
XS
SM
MD
LG