Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Piştrast Dike ku 2 Aştîparêz li Sudana Başûr Hatine Kuştin


NY dibêje 2 endamên hêza wê ya aştîparêz li Sudana Başûr hatine kuştin, li wî cîhî ku şerên dijwar lê diqewimin.

Jiber tundûtûjîya berdewam bi deha hezaran sîvîl xwe spartin jimareke avahîyên NY li wî welatî.

Daxuyanîyeke NY ya îro Înîyê dibêje, 2 hêzên aşrîparêz yên Hîndistanî di pevçûneke de hatine kuştin, dema bingeheke NY li bajarokê Akobo ya li herêma Jonglei rastî êrîşeke hat.

NY herwiha ragihand ku 1 endemekî wê jî di heman pevçûnê de hate birîndar kirin.

Demeke zûtir, nûnerê Hîndistanê li NY gotibû ku hemwelatî yên wan ji alîyê endamên gruba nîjadî Nuer ve bi zanabûn û bi mebest hatine kuştin.

Tê ragihandin ku heta niha jî sedema rastîn eşkere nebûye û rewşa 30 kesên Dinya yên etnîkî jî nayê zanîn.

NY dibêje, ew helîkopreran dişîne Akobo ku karmendên xwe yên mayîn ji deverê derxîne û rewşa li erdê jî baştir bizane.
XS
SM
MD
LG