Lînkên eksesibilîtî

Bi Lêborîneke Serokatî Xodorkovsky ji Zindanê Derdikeve


Bazirganê neftê yê Rûs Mîxayêl Xodorkovsky roja Înîyê gihişt Berlînê piştî ku ji zindaneke Rûsyayê hate azadkirin. Ew ji çend demjimêran ji Rûsya derket piştî ku Serok Vladimir Putin li ser lêborîna wî îmze kir, û dawî li 10 salên zindanê anî.

Xodorkovsky ji ber tawanên girêdayî nedana baceyan û dizîna pereyan.

Serekê berê yê kompanyaya Yukos ya petrolê, ku ji alîyê gelekan ve wekî girtîyekî siyasî dihate dîtin, ji alîyê wezîrê derve yê berê li Almanya Hans Dietrich Genscher li firokxaneya Schoenefeld hate pêşwazîkirin.

Piştî azadkirina wê li roja Înîyê, Xodorovsky di daxuyanîyekê de got ku wî li 12’ê Novembera bûrî di serokê Rûsya daxwaz kiribû jiber “nîrên malbatî” were efû kirin, û ew nuha kêfxweş e ku bersiva daxwazê erênî bû. Xodorkovsky got ku “mijara mikurhatina li tawana wî nehate gotûbêjkirin.”

Xizmeta zindana federal ya Rûsya roja Înîyê got ku Xodorkovsky daxwaz kiribû ku here Almanya da ku dayika xwe ya li wir tê dermankirin bibîne.

Birêz Putin wexteke zûtir roja Înîyê li ser malpera xwe got ku wî jiber sedemên mirovahî lêborîn dida rexnegirê Kremlin.
XS
SM
MD
LG