Lînkên eksesibilîtî

Alîgirên AKP’ê Cemaeta Gulen Protesto Dikin


Alîgirên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li ber navenda medyaya Cemaeta Fethûllah Gulen anku rojnameya Zaman’ê çalakîyeke protestoyî pêk anîn.

Bi destpêkirina operasyona sûcên darayî û bertîlxwirîyê re zarokên wezîrên hikûmeta AKP’ê jî di nav de qasî 90 kesan hatibûn binçav kirin ku herî dawî 22 kes ji alîyê dadgehê ve hatin berdan.

Karbidestên hikûmeta AKP’ê, medyaya nêzî cemaeta Gulen jiber parvekirina agahîyên veşarî yên li ser lêpirsîna operasyonê tometbar dikin.

Çend alîgirên AKP’ê jî roja Înîyê jibo protestokirina operasyona gendelîyê, li ber avahîya dezgeha medyayî ya herî mezin ya cemaetê ye civîyan. Wan, bal kişand ser dema destpêkirina operasyonê ku wekî êrîşeke dijî deshilatdarîya Serokwezîr Erdogan nirxandin.

Bizavkarê bi navê Yîgît Korkmaz ku alaya Tirkiyê û flamaya AKP’ê li xwe pêçabû, hevgirtina partîya opozîsyonê CHP û cemaetê bibîr xist û wiha peyivî:
“Her ku ez bixwe ne endamê AKP’ê me jî ji Serokwezîr Erdogan hez dikim û li gor min ferqa wî ji bavê min tune ye. Emê heta dawîyê li pişt Serokwezîr bin ku wî bi wan nedin xwarin.”

Bizavkarekî din bi navê Şemsî Ozluk jî da xuya kirin, “Min heta berîya vê operasyonê jî rojnameya Zaman dixwend û alîkarîya cemaetê jî dikir. Piştî vê operasyonê êdî nastînim. Ez pir baş dizanim ku ev operasyon bi destê hin hêz û girêdanên navnetewî tê birêvebirin.”

Li dema protestoyê xebatkarekî rojnameya Zamanê jî qotîyeke vala ya pêlavan avêt ber bizavkaran ku wî jî bal kişand ser bertîla di qotîyan de hatibû veşartin.
Bizavkaran ev helwesta xebatkarê rojnamê rexne kirin ku wekî reklamê û senaryoyeke polîsan bi nav kirin.

XS
SM
MD
LG