Lînkên eksesibilîtî

Di Teqîneke Xwekujî de li Humsê 6 Kes Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrî dibêjin, êrîşbirekî xwekuj trimbêla xwe roja Yekşemê li rex dibistanekê li bajarokekî Şîa teqand û di encama wê de bê kêmî şeş hatin kuştin.

Karbidestekî ji ofîsa parêzgarê Humsê got, teqîna kujer ji derveyî devereke dibistanan li bajarokê Um el Amed li rojhilata parêzêha Humsê pêk hat.

Wî got ku teqînê jimareke avahî wêran kir û nuha operasyonên rizgarîyê li deverê berdewam dibin. Karbidestî navê xwe eşkere nekir, jiber ku wî destûr nebû ligel rojnamevanan bipeyive.

Ramî Ebdulrehman, serokê Çavdêrîya Sûrî ya mafên Mirov got, bi kêmî şeş kes di teqînê de hatin kuştin ku di zarok jî di nav wan de hebû. Wî nizanîbû çend ji wan kesên kuştî zarok bûn.

Lê ofîsa parêzgarê Humsê ragihand ku bi kêmanî 10 kes di teqînê de mirin, pênc ji wan zarok bûn. Hîn nehatiye xuyakirin kîjan ji van jêderan jimara rastîn ya kuştîyan dide. Lê Çavdêrîya Sûrî agahîyên xwe bi rîya tevneke çalakvan û rojnamevanan ji hundir Sûrîyê dide hev.
XS
SM
MD
LG