Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roboskê li Stenbolê bi Bernameyekê Hate Bîranîn


Di salvegera Diduyan ya kuştina 34 Kurdan li gundê Roboskê, roja Şemîyê li Stenbolê bi bernameyekê hate bîranîn.

Bernameya Bîranînê bi navê ‘Birîna Xwînî Roboskê’ ji alîyê Meclîsa Aştîyê ve li Navenda Çandê ya Şîşlî hate pêşkeş kirin.

Malbatên qurbanîyên Roboskê, bizavkarên mafê mirovan, hunermend, akademîsyen û rojnamevanan rûdana Roboskê ku berpirsên wê hîna nehatine ceza kirin bi hemû kite kitên wê raxistin pêş çavan.
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:35 0:00
Direct link

Berdevkê Meclîsa Aştîyê Hakan Tahmaz, ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, “Me îsal jî wekî sala çûyî, bi mebesta rûbirûbûna Roboskê bernameyeke bîranînê çêkir. Girîngîya salvegera Diduyan ew e ku ev saleke PKK’ê şerê çekdarî rawestandiye û cenaze nayên.”


Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahîr Elçî ku parêzerê doza Roboskê ye da xuya kirin ku rewşa dawî ya doza Roboskê ne baş e û got: “Kuştina 34 kesan li Tirkîyê û qada navnetewî tawaneke pir giran e ku divê bi encamdayîna dadgehkirinê re edalet di zûtirin demê de bicih were.”

Dayîka Erkan Encu’yê ku di 13 salîya xwe de hatibû kuştin Felek Encu jî piştî Du salan hest û birîna xwe ya jibîr nabe parve kir ku wê jî daxwaz kir berpirs werin ceza kirin.

Hevsera Hunermendê Navdar Ahmet Kaya ku li sirgunê wefat kiribû Gulten Kaya, li vê bernameyê ji Dengê Amerîka re dîyar kir, “Dema behsa Roboskê tê kirin, ez paşnavê xwe Encu yê wan jî mîna Kaya difikirim.”

Bernameya Bîranîna Roboskê bi stranên hunermend Îlkay Akkaya û kilama dengbêj Îbrahîmê Pîrîkî ku li ser birîna Roboskê çêkiriye bi dawî bû.
XS
SM
MD
LG