Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Rejîma Sûrî li Dijî Helebê Berdewam e


Balafirên rejîma Beşar El Esed êrîşên esmanî yên xwe li dijî deverên bin kontrola hêzên serhildayan li bajarê Helebê berdewam dikin.

Bi sedema êrîşên roja Yekşemê, bi kêmî ve 32 kes hatin kuştin.

Ev heşt roj in ku rejîma Sûrî bi balafirên şer êrîşa bajarê Helebê dike, ku nîva bajaraî di bin kontrola opozisyona Sûriyê de ye.

Sentera Medya ya Helebê ragihand ku bi kêmî ve 32 kes di wan êrîşan de hatine kuştin û navê kuştiyan di rûpela xwe ya Facebook de belav kir.

Lê belê rêxistina Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku bi kêmî ve 47 kes li Helebê hatin kuştin, ku heft ji wan çekdarên opozisyonê bûn.
XS
SM
MD
LG