Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sudana Başûr Devereke Serekî Kontrol Dikin


Hikûmeta Sudana Başûr kontrola paytexta herêma dewlemend bi neftê ji dest da, piştî hêzên serhildayên ser bi cîgirê berê yê serokî bajarê Bentîw knotrol kir.

Peyvdarê artêşa Sudana Başûr Philip Aguer got ku niha Bentîw, paytexta herêma Unity ya dewlemend bi neftê, di bin destê hêzên ser bi Riek Machar, cîgirê berê yê serokî, de ye.

Hêzên serhildayan herwiha hejmareke bîre neftên din yên Sudana Başûr kontrol kirin.

Sudana Başûr jibo budceya hikûmetê bi tevavî pişta xwe bi pereyê neftê girê dide.

Sudana Başûr li sala 2012ê serxwebûna xwe ji Sudanê ragihand.
XS
SM
MD
LG