Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Xwepêşandanê, bi 30 Salên Zîndanê Hate Cezakirin


Dadgeheke Erebistana Saudî welatiyekî Saudî bi 30 salên zîndanê ceza dike jiber rêkxistina xwepêşandanekê li dijî tepeserkirina Şîeyan li Behreynê.

Ajansa fermî ya Erebistanê roja Duşemê ragihand ku welatiyê Saudî herwiha bi 40,000 Dollaran hate ceza kirin.

Li sala 2001ê, Şîeyên Behreynê dest bi xwepêşandanan kirin li dijî desthilatdarên Sunnî yên wî welatî.

Jibo piştgiriya desthilatdarên Behreyn ya cîran, Erebistana Saudî hêzên xwe şandin wî welatî.

Li Rojhilata Erebistanê, ku piraniya xelkê wê deverê Şîe ne, xwepêşandan li dijî şandina hêzên Saudî bo Behreynê hatin kirin.

Di wan xwepêşandanan de, otomobîlên polîsan hatin şewitandin û hejmareke xwepêşanderan bi kevir û bombeya molotovê êrîşa hêzên parastinê kirin.
XS
SM
MD
LG