Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televizyoneke Îraqî Rastî Êrîşeke Mezin Hat


Hejmareke kesên xwekuj êrîşa ofîsa televizyoneke Îraqî kir û bi kêmî ve şeş karmend kuştin.

Ofîsa televizyona Selaheddîn li bajarê Tikrîtê armcana êrîşa roja Duşemê bû.

Karbidest dibêjin, di destpêkê de otomobîlek li pêş avahiya televizyonê hate teqandin. Piştî wê teqînê, pênc êrîşberên xwekuj û pênc nîşangir derbasî avahiyê bûn û karmend kuştin.

Hêzên ser bi Fîrqeya Çar ya artêşa Îraqê ber bi cihê êrîşê çûn û şiyan avahiya telezisyona Selaheddîn dubare knotrol bikin.
XS
SM
MD
LG