Lînkên eksesibilîtî

Êrîşên Esmanî yên Rejîma Esed li Helebê Berdewam in


Çalakvanên Sûrî dibêjin ku êrîşa esmanî ya rejîma Beşar El Esed li dijî taxên bin destê serhildayan li Helebê berdewam e.

Bi kêmî ve 15 kes li êrîşa roja Sêşemê hatine kuştin, li gorî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûrî.

Lê belê komeleke din ya çalakvanan, bi navê Sentera Medyaya Helebê ragihand ku di wê êrîşa esmanî de herî kêm 33 kes hatine kuştin û 150 kesên din birîndar bûn.

Êrîşa rejîma Esed di demekê de ye ku amadekarî jibo konferansa taybet bi aşiya Sûriyê dihête kirin.

Biryar e nûnerên rejîma Esed û opozisyona Sûriyê di danûstandinên aştiyê de beşdar bin, ku li bajarê Jinêvê li Swîsre birêve diçe.
XS
SM
MD
LG