Kombûnên navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Encûmena Gel ya Rojavaya Kurdistanê li Kurdistana Îraqê bi dawî hatin.
Herdu encûmen li hev kirin ku bi yek şande di konferansa Jinêvayê de ya taybet bi aştiya Sûriyê beşdar bin.
Herwiha ENKS û EGRK li hev kirin ku deriyê sînorî li navbera Herêma Kurdistanê û deverên Kurdî li Sûriyê vekin û komîteyekê ava bikin jibo çareserkirina pirsgirêka girtiyên di zîndanên Partiya Yektiya Demokrat de.
Lê belê nakokiyên serekî yên navbera herdu encûmenan nehatin çareserkirin.
Abdulbaqî Yusif, endamê ENKS û nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê dibêje pirsên serekî yên wek pêgîrbûn bi ‘Rêkeftina Hewlêr’ û ragihandina rêveberiya serbixe ji layê PYD’ê ve nehatin açreserkirin.
Birêz Abdulbaqî hêvî xwest ku karbidestên PYD’ê pêdaçûnê bi helwêsta xwe bikin û di demekê nêzîk de wan nakokiyan jî çareser bikin.