Lînkên eksesibilîtî

Abbas Bang li Amerîka Dike ku Avakirina Wargehên Nû Rawestîne


Serokê Fîlîstînê Mahmud Abbas bang li Amerîka kir ku rê li ber plana nû ya Îsraîlê bigire ku dixwaze bi sedan wargehên nû yên Cihûyan ava bike.

Birêz Abbas, di kombûna xwe de ligel nûnerê taybet yê Amerîka Martin Indyk do Pêncşemê got, divê Amerîka giwaştin li ser Îsraîlê bike û avakirina wargehên nû yên Cîhûyan rawestîne.

Abbas got, ew yek pêdivî ye jibo parastina prosesa aştî û bizavên Amerîkî.

Li gor plana hikûmeta Îsraîlê, 600 xanîyên nû li devera Ramat Shlomo ya Rojhilata Orşelîmê û nêzîkî 800 wargehên din jî li Kenara Rojava bêne ava kirin.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin, ewê plana avakirina wargehên nû li Kenara Rojava û Rojhilata Orşelîmê hefteya pêş eşkere bikin, di deman demê de ku ew 26 girtîyên Fîfîstînî azad bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Îsraîl havîna borî, di dema danûstandinên aştîyê de soz dabû ku 26 girtîyên sîyasî yên Fîlîstînî azad bike.
XS
SM
MD
LG