Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhê Bingeha Leşkerî ya Amerîkî li Okînawa Tê Guhartin


Fermandarê grava Okinawa ya başûrê Japonya, Hirokazu Nakaima plana cîhguhertina bingeha leşkerî ya Amerîkî ji erê kir.

Lê, Nakaima soz da ku ew dê hewilên xwe bidomîne ku di demên pêş dê wê bingeha Hêzên Marînz bi temamî ji grave derxîne.

Berdevkekî hikûmeta xwecîhî yê Okinawa piştrast kir ku Nakaima serlêdana Wezrate Navxweyî ya Japonya pejirandiye ku binheha leçkerî li seranser perava grave bêne veguhastin.

Bingeha leşkerî ya Amerîkî niha li Futenma ye û nêzîkî navenda grave ye. Rûnîştvanên herêmê gilî dikirin dengê firokan wan eciz dike û jîyana wan ne di ewlehî de ye.
XS
SM
MD
LG