Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Darayî yê Berê li Lubnanê Hate Kuştin


Karbidestên Lubnanî dibêjin di peqîna bombeyeke nav otomobîleke de, Wezîrê Darayî yê berê Mohamad Chatah û herî kêm 4 kesên din hatine kuştin.

Chatah, Sunnî bû û aborîzeneke rêzgirtî bû. Ew herwiha şîretvanê serekî yê Serokwezîrê berê Saad Hariri bû.

Chatah berê jî wek balyozê Lubnanê yê li Washingtonê kar kiribû.

Di peqîna îro Înîyê de ku li nêzîkî navenda giştî ya hikûmetê qewimî, herwiha bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku dukelên reş li esmanên Beyrut bilind bûn.
XS
SM
MD
LG