Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Xwendekar Jibo Roboskê Meşîyan


Xwendekarên Zanîngehên Stenbolê, di salvegera diduyan ya Komkujîya Roboskê de meşek lidar xistin.

Meşa xwendekaran ya ku roja Înîyê bi beşdarîya bêhtirî hezar kesan pêk hat, li meydana Beyazit ber derîyê Zanîngeha Stenbolê bi xwendina daxuyanîyekê bi dawî bû.

Di meşa xwendekaran ya ku roja Înîyê pêk hat de, dirûşmên şermezarkirinê hatin qêrîn û hate gotin, “Ligel ku 2 sal bi ser kuştina 34 kesên sivîl li gundê Roboskê re derbas bûye jî hîna êşa wê di dilê me de zindî ye ku emê jibîr nekin û nedin jibîr kirin.”

Li dema xwepêşandanê navê 34 kesên ku li gundê Roboskê 28’ê meha 12 ya sala 2011’an, bi bombebarana çar firokeyên şer hatibûn kuştin, yek bi yek hatin xwendin.

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Omer Altun, li dema vê meşê ji Dengê Amerîka wiha dipeyive:

“jibo derxistina holê ya berpirsên Komkujîya Roboskê hêvîya me bi dewletê tune ye, lewma jî emê bixwe û hevkarîya gelê xwe rûdana Roboskê ronî bikin.”

Xwendekareke din bi navê Berîtan Sonmez jî dîyar kir, ew wekî xwendekarên zanîngehên Stenbolê bi mebesta dawî hatina komkujîyan û pirsîna hisabê Roboskê kom bûne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG