Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Demê Girtina Parlemantarekê Îraqî 6 Kes Hatin Kuştin


Ji encamê şerê nêvbera hêzên ewlehîyê û nobedarên Parlemantarekê Îraqê li demê girtina wî, 6 kes hatin kuştin.

Hêzên ewlehîya Îraqê biser mala endamekî Sûnîyê Parlemanê Îarqê de girtin. Nobedarên Ehmed al-Alwanî şer digel wan hêza kir û di encamê de birayê al-Alwanî û 5 nobedarên wî hatin kuştin.

Şarezayên sîyasetê dibêjin, girtina al-Alwanî roja Şemîyê li parêzgeha Anbar ya rojavaya Îraqê dê bibe egera berbelavbûna nerazîbûna civaka Sûnîyan û bilindbûna astê tundûtîjîyên welatî.

Heta niha dîyar nebûye ka al-Alwanî bi çi tawanê hatîye girtin. Ew weke piştevanê navdarê xwepêşanderên Sûnî li dijî hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan tê naskirin.

Jimareke nobedarên al-Alwanî û endamên hêzên parastina Îraqê di wê serhatîyê de birîndar bune.
XS
SM
MD
LG