Lînkên eksesibilîtî

Ruhavî: Divê Hikûmet Berpirsên Komkujîya Roboskê Ceza Bike


Komkujîya Roboskê di salvegera didoyan de li gelek bajar û navçeyan bi bizavên cuda hat şermezar kirin.

Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş li di bîranînê de çû Roboskê û li wê dere axifî. Wî got, fermana bombebarana Roboskê Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan daye.

Demîrtaş got, ew ji leşker, dozgerî û dadgehên Tirkîyê ne bi hêvî ne ku edaletê pêk bînin û ev edalet bes li ser axa azad ya Kurdîstanê dikare pêk were.

Ji alîye dinê ve, Komela Mafên Mirovan (İHD), Komeleya Mafên Mirovan û Mazlûman (Mazlumder), Partîya Maf û Azadîyan (HAKPAR) li Dîyarbekirê bi daxûyanîyên cuda komkujîyê şermezar kirin û 34 qurbanîyên bûyerê bibîr anîn.

Rêvebirê Mazlumderê Reha Ruhavî destnîşan kir Komkujîya Roboskê helqa dawî ya komkujîyên Kurdistanê ye.

Ruhavî got, divê hikûmet hemî agahîyan derxe holê û berpirsan ceza bike. Wî bi berdewamî got, ger wusa nebe wê sûc û gunehê vê komkujîyê di sitûyê hikûmetê de bimîne.


Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG