Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Roket ji Libnanê li Nav Îsraîlê Dikevin


Karbidestên Îsraîlî dibêjin, du roket ji başûrê Libnanê hatine avêtin û li bakurê Îsraîlê teqîyane, bêy ku ti kes birîndar bibe an jî ziyan çê bibe.

Artêşa Îsraîlî got ku wê bi çekên giran bersiva êrîşê da û jêderê roketê kir armanc.

Ji dema şerê li havîna 2006ê yê navbera Îsraîl û çekdarên koma Hizbullah de, sînorê Îsraîl û Libnanê heta radeyekê aram mabû.

Çend pêlên tundûtûjîyê yên belav li navbera herdu alîyan peyda bû, di nav de bûyerek li destpêka vê meha dema ku nîşanvanekî artêşa Libnanê leşkerekî Îsraîlî kuşt.
XS
SM
MD
LG