Lînkên eksesibilîtî

Îran: Tîrkirina Ûranyomê Berdewam Dike


Televizyona dewletê ya Îranê li ser zarê berpirsê navokî yê Komara Îslamî dibêje ku welatê wî nifşekî nû ji sentrifuga tîrkirina yûranyûmê destpê nekiriye.

Raporta roja Yekşemê li ser zarê Elî Ekber Salihî got, jiber peymana meha Novemberê ligel hêzên sereke yên cîhanê, Îranê biryar daye ku 1000 amîreyên nû daneyîne.

Lê belê, Salihî daxuyanîyên ku destpêka vê hefteyê hatibûn dayîn dubare kir.

Daxuyanîyan digotin ku endazyarên wî nifşên nû yên sentrifugê ava dikin û wan test dikin. Ev îdîa wekî red bo jibo rexneyên alîyên tundrê di desthilatê de.

Li jêr peymana meha bûrî, Tehranê qebûl kir ku çalakîyên xwe yên navokî rawestîne hember hilanîna hinek sizayan. Gotûbêj roja Duşemê careke din berdewam dikin.

Rojava guman heye ku Îran çekên navokî ava dike, lê Tehran vê tawanbarîyê red dike.
XS
SM
MD
LG