Lînkên eksesibilîtî

Rojnamevan Cîhad Salih Behsa Rewşa Helebê Dike


Ev bûye du hefte ku rejîma Sûrî bi rîya bermîlên teqînok bajarê Helebê li bakurê Sûrîyê bi ser serê xelkê wê de bombebaran dike. Li gorî rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, di encama van êrîşan de heta nuha 517 kes hatine kuştin ku nêzîkî 150 ji wan li jêr temenê 18 salî ne.

Gelo jibo çi rejîma Esed di demekê wisa de êrîşên xwe li ser Helebê zêde kirine? Girîngîya Helebê jibo rejîma Sûrî çi ye?

Rojnamevan Cîhad Salih di vê hevpeyvîna Dengê Amerîka de bersiva pirsên jorîn dide. Ew dibêje ku Heleb xwedî girîngîyeke stratejîk e, "jiber ku ew li ser sînorê Tirkîyê ye û herwiha Kurdistana Sûrî bi herêmên din yên rojavaya Sûrîyê girê dide."

Birêz Salih herwisa dibêje ku eger Heleb bi temamî kete destê rejîmê, hingê dê fişar li ser derdora Şamê kêm bibe.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

XS
SM
MD
LG