Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2013 li Tirkîyê Çawa Derbas Bû?


Sala 2013 li Tirkîyê bi rojeveke germ ku tevahîya salê dabû ber xwe û têr tije derbas bû.

Dema em bi çavpêketinekê li rûdanên Tirkîyê yên sala 2013’an binerin, di serî de pêngavên dîrokî yên jibo çareserkirina pirsa Kurd û vekişîna dersînoran ya serhildayên Kurd tê.

Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, nameyek jibo dawî li nîqaş û gumanên li ser Pêvajoya Aştîyê bîne nivîsand.

Nameya Ocalan 21’ê Adarê li qada Newrozê ya Amedê li hemberê qasî milyonek kesan û medya cîhanî hate xwendin.

Heta dawîya salê jî geşedanên li ser pêvajoya çareserîyê berdewam kirin ku hê jî çûnûhatina şandeyên BDP’ê ya li zîndana Girava Îmralîyê jibo hevdîtinên bi Ocalan re berdewam dikin.

Li 16’ê Mijdarê anku li demeke ku behsa xitimandin û xeterîyên li pêşîya pêvajoya Aştîyê dihat kirin de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tevî hozanê Kurd Şivan Perwer bi vexwendina Serokwezîr Erdogan serdana Dîyarbekirê kir.

Li vê serdanê Serok Barzanî axaftineke Kurdî kir ku piştgirîya berdewama pêvajoya çareserîyê anî ziman û serokwezîr Erdogan jî li Amedê wekî serokwezîrekî Tirkîyê cara ewil peyva Kurdistan bilêv kir.

Rojeveke din ya 2013’an ew bû ku cara ewil 4 parlamenterên jin yên AKP’ê bi şerpe anku ser nixumandî, 31’ê Cotmehê beşdarî kombûna parlamenê bûn ku krîza bi salan berdewam bû bi dawî hat.

Dawîya salê 17’ê meha 12’an rojeva Tirkîyê bi operasyona bertîlxwirî, dizî û gendelîyê hate guhertin.

Di vê operasyona ku dozgerîya Stenbolê da destpê kirin de, nêzî 90 kesan ku zarokên wezîrên hikûmeta AKP’ê, karsaz û karmend jî tê de bûn hatin binçav kirin.
Di piranîya nirxandinên bîragiştî de tê gotin, ev operasyon ji alîyê pêkhatên Cemaeta Fethûllah Gulen ve hatiye kirin ku hevalbendîya AKP’ê dikir.

Serokwezîr Erdogan hêvî nedikir operosyoneke wiha li dijî wî pêk were û niha jî hewil dide bi serketina hilbijartina şaredarîyan ya 30’ê Adara 2014’an deshilatîya xwe biparêze û êrîşên li dijî xwe beralî bike.

Bi giştî sala 2013’an li Tirkîyê, li ser sê babetên sereke gerîya. Yek ji wan pêvajoya aştîyê ya din krîza berdewam ya Sûrîyê ya sisîyan jî şerê deshilatîya sîyasî bû ku bi rûdanên Gezî Parkê û herî dawî jî operasyona gendelîyê derket holê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG