Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akko: PYD û ENKS di Bin Bandora Welat û Hêzên Herêmê de ne


Li sala 2013’ê jî şer û tundûtûjiya Sûriyê her berdewam bû. Di vê salê de jî, bi hezaran kes hatine kuştin û bi sedan hezar kes bûne penaber.

Niha berê cîhanê li Jinêva ye, herçende delîveke kêm heye jibo serkeftina konferansa taybet bi aşiya Sûriyê, li gorî çavdêrên siyasî.

Şirovekarê siyasî Mesûd Akko dibêje “fersend ku ‘Jinêva 2’ pêk bihêt gelekî zeîf e ji ber ku rejîma Beşar El Esed roj bi roj kuştina gelê Sûriyê zêdetir dike.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Akko got ku civaka navneteweyî jî ne amade ye ku pirsgirêka Sûriyê çareser bike.

Derbarê siyaseta partiyên Kurd li Sûriyê, birêz Akko got ku Partiya Yekîtiya Demokrat “xwe wek xwediyê Rojava dibîne û bawer dike ku kes xeynî wê tuneye”. Wî herwhia got ku Encûmena Niştîmaniya Kurd “tu rolê wî di erdî de tuneye.”

Birêz Akko got jî herdu alî di bin bandora welat û hêzên herêmî de ne. Wî got ENKS di bin bandora Kurdistana Îraqê de ye û PYD di bin kontrola Partiya Karkerên Kurdistanê de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG