Lînkên eksesibilîtî

Rojhilata Navîn Xetertirîn Cih e jibo Rojnamegeran


Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) radigihîne ku Rojhilata Navîn xetertirîn cih e li cîhanê jibo karê rojnamegeriyê.

CPJ roja Duşemê di raportekê de ragihand ku di sala 2013’ê de bi kêmî ve 70 rojnameger ji ber karê xwe yê ragihandinê hatîne kuştin. Piraniya wan rojnamegeran jî li Rojhilata Navîn hatîne kuştin.

Sûriye li sala 2013'ê welatê herî metirsîdar bû jibo peyamnêran û bi kêmî ve 29 rojnameger li wî welatî hatîne kuştin. Herwiha 60 rojnamevanên din li Sûriyê hatîne revandin.

CPJ radigihîne ku li Îraqê jî 10 rojnamevan li sala 2013îê hatîne kuştin, di nav de rojnamegerê Kurd Kawe Germiyanî.

Germiyanî şeva 5îê meha 12, li bajarê Kelar yê ser bi parêzgeha Silêmanî hate kuştin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG