Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkbirina Çekên Kîmyawî Yên Sûrî di Dema Xwe de Bidawî Nabe


Li gorî tê xuyakirin, demnîşana roja Sêşemê ya hilanîna piranîya çekên kîmyawî yên Sûrî bo derveyî welêt pêk nayê.

Neteweyên Yekbûyî û rêxistina navneteweyî ya çavdêrîya çekên kîmyawî gotin ku ewlekarîya nearam, problemên locistîk û seqaya xirab bûne sedem ku gihandina çekan bo bêndera Laziqîyê zehmet bibe.

Heta nuha ev paşxistin nebûye xem jibo Washington, ya ku demnîşan wekî dilxweşker binav kir. Wezareta Derve ya Amerîka got ku ew bi pêşketina ku çê dibe qayîl e.

Rojnameya New York Times roja Yekşemê li ser zarê jêderên tîma ku çekan hiltîne, gotibû ku Sûrîye hîn dest bi veguhestina çekan bi bênderê nekiriye.

Hikûmeta Sûrî qebûl kiriye ku NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî derbasî Sûrîyê bibin da ku cebilxaneya wê ya çekên kîmyawî ji welêt derxînin û li nav deryayê têk bibin.
XS
SM
MD
LG