Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Fîlîpînê de 6 Kes Hatine Kuştin


Di peqîneke pîrozbahîya Sersalê de 6 kes li başûrê Fîlîpînê hatine kuştin, bi kêmî ve 6 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Fîlîpîne got, heta niha kes berpirsîya êrîşê bi stûyê xwe ve negirtiye û sedema wê jî nayê zanîn.

Grubên tundrêyên Îslamî wek Ebu Sayyaf ku grêdana wê bi El Qaydê re heye, gelek caran kiryarên wî rengî dikin.

Di encama êrîşên Ebu Sayyaf de bilî qewimîna peqînan, gelek bûyerên revandin û serjêkiirna mirovan jî pêk hatin.
XS
SM
MD
LG