Lînkên eksesibilîtî

Putin Serdana Cihê Teqînên Volgograd Dike


Putin ligel birîndarekî êrîşa Volgograd.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana bajarê Volgograd kir, cihê ku vê hefteyê du teqînên kujer li pêk hatin û 34 kuştî li dû xwe kuştin.

Birêz Putin roja Çarşemê gul danîn ser cihê yekê ji herdu teqînan û serdana kesên ku filîtî ne li nexweşxaneyê kir.

Di gotinine berî kombûnekê de ligel karbidestên Wezareta Hundir û Buroya Ewlekarîya Federal, birêz Putin ku ti sedem jibo vê êrîşê nebû. Wî got, mirov nikare bêtir gotinan li ser êrîşê bike, jiber ku sedem nebû sivîl werin kuştin, bi taybet ku jin û zarok di nav qurbanîyan de hebû.

Ji dema herdu êrîş pêk hatine, bajarê Volgograd yê başûrê Rûsya li jêr ewlekarîyeke zor de û bêtirî 5 hezar endamên hêzên ewlekarîyê li hundir û dora bajêr in.

Heta nuha ti kesî berpirsîya êrîşan nexistîye stûyê xwe.

Birêz Putin roja Sêşemê soza dabû ku şerê terorîstan bike heta ku dawîya wan were. Wî gotibû ku Rûsya hergav yekbûyî û hevgirtî di demên herî dijwar de maye.
XS
SM
MD
LG