Lînkên eksesibilîtî

Di Teqînekê de li Beyrûtê Çend Kes Kuştî û Birîndar Dibin


Raport radgehînin ku çend kes hatin kuştin û birîndar kirin piştî teqîna otombîlekê li taxeka pirrjimar li başrua Beyrûtê, ku bingeha Hizbolla ye.

Telefizyona Al-Manar ya Hizbolla wêneyên ambulansan nîşa dan ku berev cihê teqînê bilez diçûn.

Ajansa peyamên Reuters ragehand ku bi kêmî sê kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesên din birîndar kirin. Ajansa peyamên Frensî got pênc kes mirine û bi kêmî 20 kesên din birîndar bûne.

Ew teqîn qewmî çend rojan piştî ku wezîrê diravî yê Libnanê yê berê Mohamad Şatah di peqînekê de li naverasta Beyrûtê hatiye kuştin.
XS
SM
MD
LG