Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Aştîyê Yên Sudana Başûr li Etyopyayê Destpê kir


Nûnerên herdu alîyên dijber yên Sudana Başûr li Etyopyayê dest bi danûstandinên aştîyê kir.

Alîyên herêmî ku navberîyê dikin hîvîdarin biryara şerrawestanê bê dan bo bi dawî anîna tundûtûjîyên sê hefteyan ku wî welatî ku nûtrîn welatê cîhanê ye berev şerekê navxwe dibe.

Şerê navbera Serok Salva Kiir û rêberê serhildayan Riek Machar bûye egera kuştina bêtirî 1000 kesan.

Komandarên serhildayan hişdarî daye ku yê xwe amede dikin ji Bor berev Juba pêşkevin.

Li heman dem, balyozxana Amerîka li Juba jiber xerabûna destûdarê ewlehîyê daxwaz kir ku karmendên wê wêrê bi cih bihêlin.
XS
SM
MD
LG