Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Karmendên Rêkxistina Nojdarên bê Tixûb li Bakura Sûrîyê Hatin Girtin


Rêkxistina Nojdarên bê Tixûb dibêje ku ji êvara roja Pêncşembî were hay li 5 karmendên xwe nemaye ku li bakura Sûrîyê xelkê wî welatî çareser dikirin.

Michael Goldfarb rêveberê ragehandina Rêkxistina Nojdarên bê Tixûb roja Înê got, ew pênc karmend li maleka wê rêkxistinê li bakura Sûrîyê hatin girtin û wediyar bo lêkolînê hatin birin.

Goldfarb negot ka heke ew pênc karmend ji alîyê hêzên hikûmetê yan serhildayên opozisyonê hatîne giritn. Herwiha, bo silametiya wan, wî çi zanînên zêdetir li ser wan nedan û negot ka xelkê çi welatekî ne.
XS
SM
MD
LG