Lînkên eksesibilîtî

Serokê Rûsî Rê Dide Xwepêşandinan li Dema Olimpiyatê


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin fermana hilanîna qanûna qedexekirina meş û xwepêşandinan li dema Olempyadên Zivistanê yên bajarê Sochi, derxist.

Fermana ku roja Şemîyê ji alîyê Kremlinê hate belavkirin, rê dide meş û xwepêşandinan ku li deveran pêk werin, lê hîn divê ji alîyê jimareke karbidestên Rûs were erêkirin. Ne Pêwîst e ku girêdana wan meşan bi lîstikên Olempyadan hebe.

Sala bûrî, birêz Putin biryara qedexekirina meş û xwepêşandinên ne girêdayê lîstikên Olempyadên li bajarê ser Deryaya Reş da. Ew biryar bi awayekî berfireh ji alîyê rêxistinên mafên mirovan hatibû rexnekirin.

Fermana roja Şemîyê nabêje ka ewê biryar werin kirin, anî ewê rê li ber çi meş û xwepêşandin were dayîn.
XS
SM
MD
LG