Lînkên eksesibilîtî

Endamekî NATO li Afganistanê Hate Kuştin


Hêza Alîkarîya Ewlekarîya Navneteweyî ya NATO’yê li Afganistan dibêje ku endamekî wê hatîye kuştin piştî êrîşeke xwekuj ji alîyê xirabkaran li dijî bingeheke Afganî û NATO ya hevbeş li parêzgeha Nangarhar ya rojhilata welêt.

NATO nasnameya endamê xwe yê kuştî eşkere nekiriye.

Karbidest dibêjin, pênc xirabkar jî roja Şemîyê hatin kuştin dema ku hewil didan bigirin ser bingeha leşkerî li Nangarhar.

Koma Talîban berpirsîya êrîşê xistiye stûyê xwe.

Mîlîtanên Afganî vê dawîyê êrîşên xwe zêde kirine, di kempeynekê de jibo vegerandina herêman li dema ku hêzên biyan xwe amade dikin li dawîya sala 2014’ê ji Afganistanê derkevin.
XS
SM
MD
LG