Lînkên eksesibilîtî

Terorîstekî Saudî li Zindaneke Libnanî Mir


Nexşeya Libnanê
Artêşa Libnanê got ku rêberê komeke ser bi el Qayîde ve roja Şemîyê di zindaneke Libnanî de mir.

Di daxuyanîyeke kin de, artêşa Libnanî got ku Macid el Macid vê sibehê li nexweşxaneya leşkerî ya navendî mir piştî ku rewşa wî ya saxlemîyê xirab bûbû. Artêşê ti agahîyên bêtir neda.

Wexteke zûtir, generalekî artêşa Libnanî ji ajansa Associated Press re got, sedema mirina el Macid ew bû ku gurçikê wî nema kar dikir. Efserê Libnanî ku ev gahî dan, navê xwe eşkere nekir, jiber ku wî destûr nebû ligel rojnamevanan baxive.

El Macid ku bixwe hevwelatîyekî Saudî ye, meha bûrî li Libnanê hatibû girtin û li cihekî nepen hatibû binçavkirin.

Macid el Macid komandarê Lîwayên Abdullah Ezzam bû, ku ew jî grupeke mîlîtan ya Sunî ye û girêdana wê ligel el Qayîde heye. 85 ji endamên wê yên Suadî ji kesên ku herî zêde tên xwestin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di sala 2012’ê de ev grup wekî rêxistineke terorîstî binav kir.
XS
SM
MD
LG