Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry ligel Serokê Filestînî Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jibo cara duwem di nav du rojan de roja Şemîyê ligel Serokê Filestînî Mehmûd Ebbas kom bû, bi hêvîya ku rêberên Filestînî û Îsraîlî nêzîk bigihêjin peymaneke aştîyê.

Herdu rêber li bajarê Ramellah yê Kenara Rojava civîyan. Berî civîna wan ya roja Înîyê jî, bi sedan xwenîşander daketin kolanan û gotûbêjên aştîyê şermezar kirin.

Birêz Kerry herwiha ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Wezîrê Derve Avigdor Lieberman li dema vê serdana xwe bo herêmê kom bû. Kerry gote rêberan ku hebûna çarçeweyekê dê cudahîyên navbera Filestînî û Îsraîlîyan kêm bike û dê herwiha bibe bingeh jibo peymaneke herdem.

Biryar e Kerry vegere Orşelîmê da ku bêtir gotûbêjan ligel serokwezîrê Îsraîlî pêk bîne.
XS
SM
MD
LG